Li Iraqê 5 terorîstên DEAŞî hatin kuştin

Li Er-Ramadiya navenda wilayeta Enbarê ku dikeve rojavayê Iraqê, hêzên eşîrekê 5 milîtanên DEAŞa rêxistina terorê kuştin

Li Iraqê 5 terorîstên DEAŞî hatin kuştin

 Hat ragihandin ku li Er-Ramadiya navenda wilayeta Enbarê ku dikeve rojavayê Iraqê, hêzên eşîrekê 5 milîtanên DEAŞa rêxistina terorê kuştin.

Ji polêsên Enbarê Serpel Ehmed ed-Dileymî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên eşîra Hedîseyê ji bo dîtina kesen ku rêxistinê revandin, 160 kîlomêtre rojavayê Ramadiyê li Geliyê Huranê operasyon kir.

Dileymî diyar kir ku hêzên eşîrê û milîtanên rêxistinê li Geliyê Huranê ketin pevçûnê û di pevçûnê da 5 milîtan hatin kuştin, 2 mensûbên eşîrê jî birîndar bûn. Dileymî destnîşan kir ku hêzên eşîrê dest dan ser hin çek û muhîmatên milîtanên DEAŞê jî.

Ji aliyekî din va Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê daxuyand ku duşema çûyî ji bo girtina milîtanên rêxistinê yên ku 12 sivîl revandin, hemû hêzên li Enbarê hatin seferberkirin.

DEAŞê duşema çûyî 12 Iraqî revandibûn, 6 jê li nêzî navçeya Nuhaybê ku 400 kîlomêtre ji aliyê rojava va dûrî Ramadiyê ye, kuştibûn.

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE