Li Iraqê ji ber bahoza gur a qûmê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Paytext Bexda di serî da, bahoza qûmê ya ku ber destê sibehê dest pê kir, li gelek bajarî tesîra xwe nîşan da. Bi dehan kesên rîska xeniqînê derbas kirin, rakirin nexweşxaneyan.
Di daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê da hat diyarkirin, ji ber bahoza qûmê ya gur a li seranserî welêt, dibistan îro hatin tetîlkirin.
AA