Li Iraqê kurê Wezîrê Parastinê yê Saddam wek parlamenter hat hilbijartin

Li gor encamên nefermî yên Ajansa Nûçeyan a Iraqê, Xalid Siltan Haşimê kurê Wezîrê Parastinê yê Saddam ji Mûsilê wek parlamenter hat hilbijartin.

Li Iraqê kurê Wezîrê Parastinê yê Saddam wek parlamenter hat hilbijartin

 Li Iraqê Xalid Siltan Haşimê kurê Siltan Haşim yê ku di dema Saddam Huseyîn da Wezîrê Parastinê bû di hilbijartinên giştî yên berwext da wek parlamenter hat hilbijartin.

Li gor encamên nefermî yên Ajansa Nûçeyan a Iraqê, Xalid Siltan Haşimê kurê Wezîrê Parastinê yê Saddam ji Mûsilê wek parlamenter hat hilbijartin.

Li Iraqê di 10ê cotmehê da hilbijartinên giştî yên berwext çêbûn. Li gor encamên nefermî, Koma Sadrê ya girêdayî serokê Şiî Muqteda es Sadr 73 sandalye qezenc kir û di Meclisa ku 329 sandalye lê hene bû partiya yekemîn. Partiya Teqeddumê ya Mihemed Halbusiyê Serokê Meclisê yê berê bû partiya duyemîn. Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya Nurî El Malikiyê Serokwezîrê berê jî bû partiya sêyemîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE