Li Iraqê namzedê serokwezîriyê yê Sedr jî ji namzediyê vekişiya

Li Iraqê di hilbijartina cotmeha 2021ê da koma Sedr di meclisê da bûbû partiya yekemîn.

Li Iraqê namzedê serokwezîriyê yê Sedr jî ji namzediyê vekişiya

 Li Iraqê piştî ku Muqteda es-Sedrê pêşengê Tevgera Sedr parlamenterên xwe ji meclisê da îstifakirin, Mihemmed Cefer es-Sedrê namzedê Serokwezîriyê yê Sedr jî vekişîna xwe ya ji namzediyê daxuyand.

Mihemmed Cefer Sedr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî biryara xwe ya ku ji namzediyê vekişiya daxuyand û wiha got, "Ji bo projeya neteweyî û reformîst a Muqteda Sedr min namzedî qebûl kiribû. Lê dema vekişînê hat."

Sedr Cafer Sedr wekî namzedê serokwezîr nîşan dabû.

Di meclisa ku ji 329 kesan pêk tê da 75 parlamenterên Muqteda es-Sedr hene. Di pêvajoya avakina hikûmetê da ji ber ku Sedr û grûbên şîe yên nêzî Îranê li hev nekir, Sedr bangî parlamenteran kir ku îstifa bikin. Wan jî îstifa kir. Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî jî îstifaya parlamenterên koma Sedr qebûl kiribû.

Li Iraqê di hilbijartina cotmeha 2021ê da koma Sedr di meclisê da bûbû partiya yekemîn. Lê wî û grûbên şîe yên nêzî Îranê seba avakirina hikûmetê li hev nekiribûn, Sedr çendîn caran gotibû ku ew ê bi reqîbên xwe yên ku Îran piştgiriyê dide wan ra hikxwmetê ava neke.

Muqteda Sedr ji bo ku bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Koalîsyona Serweriyê ya sunniyan ra hikûmetê ava bike, tifaqeke sê alî a bi navê "Rizgarkirina Welêt" ava kiribû.

Serkeftina hilbijartinê ya Sedr îhtimala şikênandina hêza grûbên şîe yên nêzî Îranê ku bi salan e hêza îqtidarê di destê wan da ye, zêde kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE