Hat ragihandin ku li Enbara bajarê Iraqê DEAŞa rêxistina terorê êrîşî hêzên ewlekariyê kir, di êrîşê da 3 kes hatin kuştin.
Serpel Ehmed Duleymiyê ji hêzên ewlekariya Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku milîtanên DEAŞa rêxistina terorê êrîşî qereqola li sînorê Iraq û Erebistana Siûdî ya li Nuheyîba bajaroka Enbarê kirin, di êrîşa çekdarî da 2 polês hatin kuştin.
Duleymî destnîşan kir ku terorîstan piştî êrîşê 3yê wan polês bi tevahî 8 kes revandin, dîlek înfaz kirin lêbelê agahî di destê wan da tuneye ka gelo ew jî ji hêzên ewlekariyê ye yan na.
AA