Li Iraqê êrîşên DEAŞê

Li Şarkata navçeya Salahaddînê terorîstan bi roketê êrîşî cihê ewlehiyê kirin 2 kes mirin...

Li Iraqê êrîşên DEAŞê

Li Salahaddîna bajarê Iraqê di êrîşa DEAŞê da esker û zarokek mirin, di pevçûna li Enbarê da jî 4 terorîst hatin kuştin.

Li gor çavkaniyên girêdayî Midûriyên Ewlehiyê yên Enbar û Salahaddînê di êrîş û pevçûnên herdu bajaran da eskerek û zarokek mirin, 4 terorîst jî hatin kuştin.

Li Şarkata navçeya Salahaddînê terorîstan bi roketê êrîşî cihê ewlehiyê kirin, di êrîşê da esker û zarokek mirin. Ji bo ku terorîst bên girtin li herêmê operasyon tê kirin.

Li Ramadiya Enbarê jî artêşa Iraqê û qebîleya el-Cagayfeyê dijî terorîstên DEAŞî pev çûn. Di pevçûnê da 4 terorîst hatin kuştin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Nîsan 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE