Li Iraqê serokomar dîsa nehat hilbijartin

Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî ji ber ku bi qasî têrê bike parlamenter beşdar nebûn careke din civîn taloq kir.

Li Iraqê serokomar dîsa nehat hilbijartin

Civîna hilbijartina serokomariyê ya li Meclisa Iraqê ji ber ku bi qasî têrê bike kes beşdar nebûn careke din hat taloqkirin.

Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî ji ber ku bi qasî têrê bike parlamenter beşdar nebûn careke din civîn taloq kir.

Parlamenterên Koma Sedr, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Koalisyona Desthilatdariyê beşdarî civînê bûn.

Di 26ê adarê da jî civîn hatibû taloqkirin.

Li Iraqê hilbijartina giştî di 10ê Cotmeha 2021ê da çêbûbû ku ji ser ra 5 mehan zêdetir wext derbas bû, lê hê jî hikûmetek ava nebûye.

- Li Iraqê hilbijartina serokomar

Li Iraqê ji bo hilbijartina serokomar di navbera partiyên siyasî da lihevnekirin hê jî dewam dike.

Namzedê Koma Sadr (75), Koalisyona Desthilatdariyê (63) ya ku temsîliyeta Suniyan dike û PDKyê (31) Wezîrê Karên Derva yê HKIyê Rêber Ehmed e.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî serokomarê niha Berhem Salih wek namzed nîşan dabû.

Koalîsyona Şiiyan yên nêzîkî Iraqê û Tevgera Nifşa Nû jî bi hin namzedên xweser va piştgiriyê didin Salih.

Ji bo serokomar bê hilbijartin di Meclisa 329 parlamenter lê hene da raya 220 parlamenteran hewce dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE