Li Ispartayê otobus wergeriya: 29 birîndar

Otobusa rêwiyan ku plaqeya wê 63 DV 750 ye lê nasnameya ajokarê wê hê diyar nîne, li ser guzergeha rêbejaya Konya-Ispartayê li tanga Şarkikaraagaç û Goksogutê wergeriya.

Li Ispartayê otobus wergeriya: 29 birîndar

Li Ispartayê otobusa rêwiyan wergeriya û li gorî encamên destpêkê 3 jê giran 29 kes birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan ku plaqeya wê 63 DV 750 ye lê nasnameya ajokarê wê hê diyar nîne, li ser guzergeha rêbejaya Konya-Ispartayê li tanga Şarkikaraagaç û Goksogutê wergeriya.

Gelek ekîbên îtfaiye û polêsan ji bo ciyê ku qeza lê çêbû hatin şandin. Di qezayê da li gorî encamên destpêkê 3 jê giran 29 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Yalvaç, Gelendost û Şarkikaraagaçê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE