Li İstanbulê 18 gumanbarên DEAŞê hatin binçavkirin

Li İstanbulê li 10 navçeyan di heman demê da dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon hat kirin û 16 jê biyanî 18 gumanbar hatin binçavkirin.

Li İstanbulê 18 gumanbarên DEAŞê hatin binçavkirin

 Li İstanbulê li li 10 navçeyan di heman demê da dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon hat kirin û 16 jê biyanî 18 gumanbar hatin binçavkirin.

Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr, ji bo girtina bersûcên ku li bajêr ser navê DEAŞê fealiyetê dikin û seba çalakiyê amadekariyê dikin, xebat da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê da li 10 navçeyan di heman demê da ser 15 navnîşanan operasyon hat kirin û di operasyonê da 16 jê biyanî 18 endamên rêxistinê hatin binçavkirin. Li gor tesbîtê biyanî demeke dirêj li herêmên şer ên Iraq û Sûriyeyê mane û paşê bi rêya dereqanûnî derbasî welêt bûne û hatine İstanbulê.

Di lêgerîna ku li navnîşanan hat kirin da gelek dokumanên rêxistinî û alavên dîjîtal hatin bidestxistin.

Li ewlehiyê kar û barên gumanbaran dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE