Li tevahiya Stenbolê barana gur serê sibehê dest pê kir û bi navber dewam dike.
Li tevahiya aliyê Ewropa û Anadoluyê destê sibehê barana gur dest pê kir û cî bi cî dewam dike.
Welatiyên ku serê sibehê rabûn û bi wesayîtên komî diçin ser karê xwe, ji bo ku şil nebin xwe avêtin binê rawestgehan.
Şofêrên ku ji rêya D-100 û TEMê ra diçin, ji ber baranê bi baldarî wesayîtên xwe dajon.
Ji ber baranê di ketin û derketina Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê û Pireya Fatîh Sultan Mehmet jî hêdî hêdî dimeşe.
Li gor texmînê baran wê heta êvarê bi navber bibare.
Bi baranê ra li Kadikoy û Bayrampaşa dar xistin, li hin navçeyan jî qezayên trafîkê çêbûn.AA