Li İstanbulê di operasyona dijî DEAŞê da 15 kes hatin binçavkirin

Li İstanbulê di operasyona dijî DEAŞê da 15 kes hatin binçavkirin

Li İstanbulê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da ji 19 şikbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 15 kes hatin qefaltin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ji bona qefaltina 19 şikbarên ku hat tesbîtkirin li ser navê DEAŞê dixebitin û berê li Iraq û Sûriyeyê li herêmên pevçûn lê hene mane derketin operasyonê.

Di operasyonê da li 10 navçe û 19 navnîşanan ji 19 şikbarên der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 15 kes hatin qefaltin.

Di lêgerîna li navnîşanan da gelek amûrên rêxistinî û dijîtal hatin qefaltin.

Kesên hatin qefaltin birin ewlehiyê û ji bona qefaltina 4 kesên firar xebat didomin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE