Li İstanbulê dijî rêxistinên terorê operasyon hat kirin

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya İstanbulê ji bo rê li ber kar û xebatên endamên wan rêxistinên terorê bigire xebaatek da destpêkirin.

Li İstanbulê dijî rêxistinên terorê operasyon hat kirin

 Li İstanbulê dijî DEAŞ, HTŞ, FEC û NCya rêxstinên terorê li 18 navnîşanan bi hevdemî operasyon hat kirin û 11 kesên bi rêxistinên terorê ra eleqedar, hatin binçavkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya İstanbulê ji bo rê li ber kar û xebatên endamên wan rêxistinên terorê bigire xebaatek da destpêkirin.

Di çarçoveya xebatên ekîban da ji bo qefaltina kesên tê gotin ku wê bi çalakiyên zirarê bidin Tirkiyeyê, operasyon hatin kirin.

Hêzên ewehiyê li Başakşehir, Esenyurt, Esenler, Sultangazî, Kuçukçekmece, Bagcilar, Sultanbeylî û Kagithaneya navçeyên İstanbulê bi hevdemî girt ser 18 navnîşanan.

Di encama operasyonê da 11 kes hatin binçavkirin û di lêgerîn û kontrolkirinên li navnîşanan hatin kirin da jî gelek amûrên dijîtal, du demançeyên hişkeber û 16 guleyên van demançeyan hatin qefaltin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE