"Li İstanbul, İzmirê û Ankarayê ji bona îsal tengasiya avê tuneye"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî derheqê tijîbûna bendava de axivî.

"Li İstanbul, İzmirê û Ankarayê ji bona îsal tengasiya avê tuneye"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî: "Li İstanbul û İzmirê ji bona îsal tengasiya avê tuneye. Ji bona Ankarayê jî tengasiyeke mezin tuneye."

Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemirlî: "Di Şûreya Avê da em ê gavên di pêşerojê da li ser mijara avê bên avêtin û biryarên der barê vê mijarê da hildin."

"Li gor encamên ji Şûreya Avê derkevin em dixwazin Qanûna Avê derxin. Bi qanûna avê wê terxankirina avê û mijarên der barê îdarekirinê da bên destnîşankirin."

"Li seranserê Türkiyeyê rêjeya ava vexwarinê ya di bendavan da di 31ê Adara 2020î da ji sedî 58 bû, niha jî ji sedî 52 ye."

"Li seranserê Türkiyeyê rêjeya tijîbûna bendavên vejenê sala par ji sedî 48 bû û niha jî ev rêje ji sedî 41 e."

"Di bendavan da rêjeya tijîbûnê li Ankarayê derdora ji sedî 12, li İstanbulê derdora ji sedî 72 û li İzmirê jî derdora ji sedî 76 e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE