Li İstanbulê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da 18 berşikên biyanî hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ji bo qefaltina wan berşikan xebat dan destpêkirin ku hat tesbîtkirin li bajêr li ser navê DEAŞê fealiyetê dikin û amadekariya çalakiyê dikin.
Ekîban di çarçoveya lêpirsînê da li 10 navçeyan li dijî 20 navnîşanan operasyona hevdem li dar xist û 18 endamên biyanî yên rêxistinê binçav kirin.
Li navnîşanên berşikan gelek dokumen û alavên dijîtal ên rêxistinî hatin bidestxistin.
Miemeleyên berşikan li ewlekariyê didomin.AA