Li İstanbulê otobêsa rêwiyan wergeriya: 11 birîndar

Li İstanbulê otobêsa rêwiyan wergeriya: 11 birîndar

Li Pendika navçeya İstanbulê otobêsa rêwiyan wergeriya û yek jê giran 11 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiya İstanbulê hat dayîn, otobêsa rêwiyan a ku di navbera Çorum û İstanbulê da rêwiyan dibe û tîne, li texma Esenyaliya Pendikê di rêya D-100î da ber bi Stenbolê diçû, li bariyeran xist û wergeriya.

Li gor daxuyaniyê ekîbên polês, tenduristî, îtfaiye û AFADê demildest sewqî herêmê kirin û li gor agahiyên ewilîn ên ku ji ekîbên ambulansê hat hildan, di qezayê da 1 jê giran 9 rêwî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hat gotin ku derbarê mijarê da lêpirsîn dan destpêkirin.

Piştî ku otobês ji cihê qezayê hat rakirin, çûyîn û hatin normal bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE