Li İstanbulê qeza

Li Bağcılara İstanbulê cîpek li bariyeran qelibî, 3 kes birîndar bûn.

Li İstanbulê qeza

Cîpa ku plaqeya wê 34 UPF 93 û nasnameya şofêrê wê hê nediyar e, li taxa Pireya TEM Fatîh Sultan Mehmet li bariyerên kêleka rê qelibî.

Tîmên agirkuj, polês û tenduristiyê hatin cihê qezayê.

Şofêrê birîndar û 2 kesên din ên wesayîtê da bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên der û dorê.

Ji ber qezayê demekê rê girtî ma, paşê rê ji hêla tîmên şaredariyê va hat paqijkirin û vekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE