Li İzmirê bi lerza 6,6an erd hejiya

Li peravên Seferîhîsara navçeya İzmirê bi mezinahiya 6,6ê erdhej çêbû.

 Li peravên Seferîhîsara navçeya Îzmirê bi mezinahiya 6,6ê erdhej çêbû.

Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Acîl û Afetê (AFAD) hatin dayîn di saet 14.51an li Behra Egeyê 17 kîlomêtro li peravên Seferîhîsara navçeya Îzmirê bi mezinahiya 6,6ê erdhej çêbû.

Hat tesbîtkirin erdhej 16,54 kîlomêtro di kûrahiyê da çêbûye.

Di erdheja li Îzmirê da 20 kes mirin, 786 kes birîndar bûn

Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD) ragihand jimara kesên ku di erdheja li Îzmirê da mirin derket 20an, jimara birîndaran jî derket 786an.

Di daxuyaniya nivîskî ya AFADê da hat diyarkirin ku îri di saet 14,51î da li Behra Egeyê peravên Seferîhîsarê bi lerza 6,6an erdhe çêbû û piştî erdhejê 13 jê ji 4an mezintir 67 piştlerze çêbûn. 

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li gor agahiyên ewil ên Navenda Kordînasyonê ya Afatê ya Tenduristiyê yek jê xeniqî 20 welatî mirin, 786 welatî birîndar bûn, li 12 avahiyên ku li Îzmirê xira bûn û xisar dîtin da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li gor agahiyên ewil ên Navenda Kordînasyonê ya Afatê ya Tenduristiyê yek jê xeniqî 20 welatî mirin, 786 welatî birîndar bûn, li 12 avahiyên ku li Îzmirê xira bûn û xisar dîtin da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.

Ji Wezîr Soylu bo erdheja li Îzmirê daxuyanî

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê erdheja li peravên Seferîhîsara navçeya Îzmirê bi mezinahiya 6,6ê çêbû da got: "Heta niha li gor îxbaran tê gotin li Bayrakli û Bornovaya Îzmirê 6 avahî xera bûne. Ekîbên me li qadê ne û xebatên wan ên lêgerîn û mudaxaleyê dewam dike."

Wezîr Soyli ji ser Twîtterê daxuyanî weşand û wiha pê da çû: "Heta niha li gor îxbaran tê gotin li Bayrakli û Bornovaya Îzmirê 6 avahî xera bûne. Li Uşak, Denizlî, Manîsa, Balikesîr, Aydin û Muxlayê ji xeynî derzên di avahiyan da ji bona ziyana can tu îxbar nehatine. Ekîbên me li qadê ne û xebatên wan ên lêgerîn û mudaxeleyê dewam dike. Derbasî be."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum:

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum piştî erdheja bi lerza 6,6an a ku li Îzmirê çêbû wê biçe herêmê.

Di Behra Egeyê da 17 kîlomêtro li peravên Seferîhîsara navçeya Îzmirê bi mezinahiya 6,6ê erdhej çêbû û li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda Wezîr Kurumê li Batmanê bû ji bo lêkolînan wê biçe herêmê.

"Ekîbên AFAD, Hîva Sor û wezaretên eleqedar întiqalî Îzmirê dikin. Li herêmê xebatên lêgerîn xilaskirin û rakirina enqazê dewam dikin."

Di erheja bi lerza 6,6an ya Îzmirê da hin avahî hilweşiyan

 Ji ber erdheja li perava Îzmirê çêbû li navçeyên Bornova û Bayrakliyê hin avahî hilşiyan.

Li perava Seferîhîsarê erd bi lerza 6,6an hejiya, piştî erdhejê di hin avahiyan da zirar çêbû.

Îxbar hat ku li navçeyên Bayrakli û Bornovayê hin bînayên pirqatî hilşiyan.

Ji bo xilaskirina kesên di bin avahiyan da mane xebat dewam dikin.

Wekî mayîn welatî avahiyên zirara mezin lê ketine texliye dikin.

Piştî erdheja welatî tirsandin li rêyên sereke qerebalixî çêbû. 

'Ji bona qederê 20 avahiyan îxbara xerabûnê heye'

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê Tunç Soyer der barê erdheja li peravên Îzmirê qewimî da got ku ji bo qederê 20 avahiyan îxbara xerabûne hat kirin.

Soyer piştî erdheja bi lerza 6,6an a ku li peravên navçeya Seferîhîsarê çêbû da daxuyanî da.

Di axaftina xwe da Soyer got ku piştî erdhejê trafîk gelek zêde bû û wiha dewam kir: "Niha agahiyeke berhevkirî tuneye. Ji me ra hin îxbar hatin. Avahiyên me yên hilweşiyane hene. Bi taybetî jî li Bayrakli û Bornovayê. Der barê wan da em ji bo hildana agahiyan hewl didin. Em nizanin niha ka mirî hene yan na. Em bi rê da ne. Ji bona qederê 20 avahiyan îxbara xerabûnê heye. Em dixwazin xwe bigihînin Bayrakliyê niha cihên herî qrîtîk Bayrakli û Bornova ne."

Ji Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Karaîsmaîloglu daxuyaniya der barê erdheja li Îzmirê da

Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu der barê erdheja li Îzmirê da wiha got: "Di gihandin û ragihandinê da tu pirsgirêk tuneye."

Karaîsmaîlogluyê tevî Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahîr Unal çû serdana rêbeja Kahramanmaraş-Goksunê li ser pirsa der barê erdheja li Îzmirê da got ku di warê gihandin û ragihandinê da tu pirsgirêk tuneye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE