Li İzmirê li dû hev du erdhej çêbûn

Li navçeya Karaburunê di saet 8.46î da bi lerza 5,1ê, deqîqeyek şûn da jî bi lerza 4,8 du erdhej çêbû.

Li İzmirê li dû hev du erdhej çêbûn

 Li Behra Egeyê, li Karaburuna navçeya İzmirê deqîqeyek li dû hevdu du erdhej çêbûn.

Li ser malpera Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) hat daxuyandin erdheja ewil di saet 8.46î da bi lerza 5,1ê û 20,69 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.

Erdheja duyem jî di saet 8.47ê da bi lerza 4,8an û 7 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE