Li İzmirê operasyona dijî YPG/PKKyê

Li İzmirê di operasyona dijî rêxistina terorê YPG/PKKyê da du kes hatin binçakirin

Li İzmirê operasyona dijî YPG/PKKyê

Li navçeyên İzmirê Menderes û Torbaliyê, di operasyona dijî rêxistina terorê YPG/PKKyê da du berşikên ku ji ber sûcê endametiya rêxistina terorê li wan digeriyan, hatin desteserkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha İzmirê, di encama xebatên desteserkirina endamên rêxistina terorê da tesbît kir, M.U.E.Hyê (22) Sûriyeyî ku ji ber endametiya rêxistina terorê YPG/PKKyê lê digerin, li Taxa Çîleyê di serayeke li tanga Kuçeya Ovayê da dixebite.

Li dijî navnîşana diyarkirî operasyon hat kirin û di operasyonê da berşik hat binçavkirin.

Ji xeynî vê Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha İzmirê digel kordîneya bi Serokatiya MÎTê ya Herêmê ji bo deşîfrekirina fealiyetên rêxistinên terorê û her wiha desteserkirina endamên wan, xebatên îstixbarî pêk anîn.

Di vê çarçoveyê da hat tesbîtkirin, M.A.Nê (26) Sûriyeyî ku ji ber endametiya rêxistina terorê YPG/PKKyê lê digerin, li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê ye.

Berşik bi destê ekîban hat desteserkirin û binçavkirin.

Berşikên binçavkirî piştî miemeleyan sewqî edliyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE