Li Fîkîrtepeya Kadikoyê agir bi avahiyeke vala ket û pekiya avahiyên derdorê, 2 kes tê da mirin, 4 kes birîndar bûn.
Li ser kolana Ozbeyê avahiyeke 3 qatî ji bo veguhastina bajêr hatibû valakirin û ji ber sedemeke ku hê ne diyar e agir bi avahiyê ket. Agir di demeke kin da pekiya 4 avahiyên derdorê jî.
Li ser cabdayînê îtfaiye, polês û ekîba tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin. Ekîbên îtfaiyeyê xebat da destpêkirin ku welatiyên qatên jor ên avahiyên agir pekiyayê xelas bikin.
Kemal Gulturk ji ber ku xwe ji qata duyemîn a avahiyeke agir pekiyayê avêt, giran birîndar bû û li nexweşxaneyê mir. Huseyîn Yîgît jî li cihê bûyerê mir. 4 kesên ku birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.
Îtfaiyeyê di nav du saetan da ancax agir temirand.
Qaymeqamê Kadikoyê Mustafa Ozarslan û Şaredarê Kadikoyê Şerdîl Dara Odabaşi jî hatin cihê bûyerê û ji rayedaran agahî hildan.
Hat îdiakirin ku kesên kaxizan berhev dikin, avahiya vala ya agir pê ket wek depo dixebitand.
Sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin.
AA