Li Goksuna navçeya Meraşê otobuseke rêwiyan welgeriya, 7 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otobusa rêwiyan a fîrmaya Kamil Koç ku plaqeya wê 55 JA 466 e û Mehmet Çetîner (34) diajot, li ser rêya Meraş-Qeyseriyê li tanga taxa Mehmet Betê welgeriya.
Di qezayê da 7 kesî di cih da can da û 23 kes jî birîndar bûn.
Gelek ambulans û ekîbên xilaskirinê şandin ciyê bûyerê.
Birîndar bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhastin.
AA