Li Kahramanmaraşê teyareya agirkujiyê ket

"Balafir li Geliyê Kisikê yê ser Taxa Beşenê ye ket. Niha mimkun nîne ku der barê muretebatê da tişteke teqez bê gotin "

Li Kahramanmaraşê teyareya agirkujiyê ket

Li Qehremanmaraşê teyareya agirkujiyê ya Midûriyeta Giştî ya Daristanan ket, ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê kirin.

Balafira ku Wezareta Çandinî û Daristanê ji Rûsyayê kirê kiribû û di xizmeta Midûriyeta Herêma Daristanê ya Edeneyê da bû dema midaxaleyî şewata li Qehremenmeraşê dikir têkilî jê hat birîn.

Li ser vê yekê gelek ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê hatin kirin.

Waliyê Qehremenmeraşê Omer Faruk Coşkun got ku di nav rojê da li texma Almaliya ser Taxa Ilicaya girêdayî navçeya Onîkîşubatê ye ji ber lêdana birûskê ket.

Coşkun got ku him ji hewa û him jî ji bejayê va midaxaleyî şewata daristanê dikin û wiha domand: "Me balafir jî sewqî herêmê kiribû lê piştî demekî têkiliya bi muretebatê balafirê ra qut bû. Niha bûyer hêj pir nû ye. Me gelek ekîb sewqî cihê balafir lê ketiye kirin."

Coşkun cihê balafir lê ketiye jî parve kir û got: "Balafir li Geliyê Kisikê yê ser Taxa Beşenê ye ket. Niha mimkun nîne ku der barê muretebatê da tişteke teqez bê gotin ."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE