Li Kahtaya Adıyamanê mezelên dîrokî yên 1500 salî

Li Kahtayê di xebatên derxistina petrolê de gorên dîrokî hatin dîtin

Li Kahtaya Adıyamanê mezelên dîrokî yên 1500 salî

Li Kahtaya Adıyamanê di xebatan derxistina petrolê de mezelên dîrokî hatin dîtin. Xebatkarên midûriya muzeyan ev der kolan û 7 heb îskelet, cêrê avê û gelek bizmar dîtin. Derket ku ev gor hezar û 500 salî ne û gelekî dîrokî ne.

Bajarê Adıyamanê bajarekî qedîm e û li bajêr gelek mezel û peykerên dîrokî hene.

Li Kahtaya Adıyamanê wesaîda petrolê di nav zeviyekî de derbas dibû.

Tekêra wesaîdê di nava axê de çikiya û kortikeke mezin çêbû.

Welatiyan xeber da cendirme û Midûriya Giştî ya Muzeyan.

Xebatkarên midûriya muzeyan di nav mezelan de dest bi xebatan kirin.

Pispor dibêjin ev gor hezar û 5 sed salî ne û ji bo arkeolojiyê gelekî girîng in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE