Wek tê zanîn kal û pîrên 65 salî û jortir, di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê de nikarin derkevin derve. Li Elazığê firineke taybet ji bo ev malbat û malbatên hewcedar mexdûr nebin, her roj li 100 malbatan nan belav dike.
Ji bo tesîra nexweşiya koronayê bişike, ji bo kal û pîrên 65 salî û jortir, derketina derve hat qedexekirin.
Li Elazığê , firineke li Taxa Aksarayê, ji bo alîkariya van malbatên ku nikarin derkevin derve ji bo xêra xwedê nan belav dike.
Xebatkarên firinê her roj li 100 malbatên îxtiyar û hewcedar nan belav dikin.
firinê dibêje; Me ji bo xêre Xwedê dest bi vê alikariyê kir. Ez bawer im firûnên din jî wê heman tiştî bikin.
Welatiyên ku nan digirin, ji xwedî û xebatkarên firinê re spas û dia dikin.