Li Kanîreşê qeza: 80 mî telef bûn

Di qezaya trafîkê ya Kanîreşê de 80 mî telef bûn.

Li Kanîreşê qeza: 80 mî telef bûn

Li Kanîreşa Çewligê wesaîtek li keriyê miyan ket û 80 telef bûn.

Bûyer li Kanîreşa Çewligê pêk hat. Wesaîtek li ser riya Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê li keriyê miyan ket.

Di qezayê de 4 kesên di wesaîtê de û 2 şivan birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê û 80 mî jî telef bûn.

Ekîbên şaredariyê miyên telefbûyî li ser rê rakirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE