Li Kapadokyayê balon bi afîşên Ataturk û alayan va firiyan

Li bajarokê Goreme yê Nevşehirê balonên ku destê sibehê bilind bûn, ji ser geliyê kevirên cinan û teht û latên xwezayî qedera saetekê firiyan.

Li Kapadokyayê balon bi afîşên Ataturk û alayan va firiyan

Li Kapadokyabalonên hewaya germ bi minasebeta 10ê Mijdarê Roja Bibîranîna Ataturk bi alayên Tirkiyeyê û afîşên Ataturk va firiyan.

Bi minasebeta sala 80yemîn a koça dawiyê ya damezirînerê Komara Tirkiyeyê Xazî Mustafa Kemal Ataturk, li Kapadokyayê yên ku ji bo turîstan tûran li dar dixin, alayên Tirkiyeyê û wêneyên Atatuk bi selikên balonên hewaya germ va kirin.



Li bajarokê GoremeNevşehirê balonên ku destê sibehê bilind bûn, ji ser geliyê kevirên cinan û teht û latên xwezayî qedera saetekê firiyan.

Pîlotê balona hewaya germ Tolga Eke di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku balonên hewaya germ di hemû cejnên fermî da bi alayên Tirk va difirin, di 10ê mijdarê da jî ji xeynî alayê, qederek afîşên ku wêneyên Xazî Ataturk li ser in, bi selikan tên daliqandin.

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE