Şaredariya Karakoçanê, bi piştgiriya îdareya DAP’ê, li ser 36 donim erdî, bexçeyê lewenteyê ava dike. Di çarçoveya projeyê de 25 hezar kok lewente hatin danîn.
Şaredariya Karakoçana Elazığê bi piştgiriya şaxa Erzurumê ya DAP’ê dest bi projeyeke cuda kir.
Şaredariyê, par şitilên lewenteyê gihandin. Ji bo lewenteyan deyne jî 36 donim erd da alî.
Ji bo danîna şitilên lewentê merasîm hat lidarxistin. Şaredarê Karakoçanê Ayhan Akbaba derbarê projeye de axivî.
Şaredarê Karakoçanê Ayhan Akbaba ”Me got bila navê bajarê me bi lewentê were naskirin. Me li ser 36 donim erdî 25 hezar heb lewente danîn. Li herêmê baxçeyê herî mezin ê lewenteyê li bajarê me ye. Ji bo welatiyên me li ser xêrê be.”
Ji bo danîna lewenteyan jî jinên navçeyê dixebitin. Ew jî bi saya vê, debara mala xwe dikin.
Bi saya vê projeye, him navçe xweşik dibe him jî jin li vir dixebitin û pere qezenc dikin.