Li deverên bilind ên Karliovaya navçeya Bîngolê nêzî 2 metreyan berf barî.
Li navçeya Karliovaya raqima wê 1940 e û navê xwe jî ji berfa nêzî 6 mehan li erdê dimîne hildaye niha jiyan ji ber berfa zêde bariye bi zor û zehmet derbas dibe.
Li deverên bilind ên navçeyê qasî 2 metreyan berf bariye û gund û gom di nav berfê da mane.
Xaniyên yekqatî nîvê wan di nav berfê da xuya nakin û ekîbên şaredariyê jî ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
Berfa serê xanî û şembelîkên bi sifêrnekan va ne ji bo bi serê welatiyan da nekevin ji alî ekîban va tên paqijkirin.
AA