Li Kars û Ağrıyê tesîra hewayê sar

Li bajêr camên dikan û wesayîtan qeşa girtin û hinek welatî ji bo wesayîtên wan qeşa negirin bi betaniyê pêçan.

Li Kars û Ağrıyê tesîra hewayê sar

Li Kars û Ağrıyê ji ber hewaya sar di jiyana rojane da zehmetî çêdibin.

Li Karsê ji ber hewaya sar hin deverên çemê Karsê cemed girtin.

Li bajêr camên dikan û wesayîtan qeşa girtin û hinek welatî ji bo wesayîtên wan qeşa negirin bi betaniyê pêçan.

Esnafên bajêr jî qut dan kevokên di nav berfê da ji bo xwarinê hewl didan.

Ji esnafan Şahîn Adiguzel got: "Hewa ji ber ku pir sare camên wesayîtan qeşa digirin. Her aliyê wesayîtê qerisî bû û bi zorê heft belayî min ew şixuland. Zivistane, êdî sir û seqem li erdê ketiye."

Li Sariqamîşa navçeya Karsê jî banê avahiyan û sifirnekên xaniyan şambelîk girtin, qanî qerisîn û ser nebatan jî xusar çêbûn.

Ağrı

Li Ağrıyê jî ji ber hewaya sar camên wesayîtan qeşa girtin.

Çemê Taşliçayê û hewzên sûsê ji ber hewaya ku bişev germahî di bin sifirê da bû qeşa girtin.

Hin welatiyan jî qeşaya ser wesayîtên xwe paqij kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE