Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Karsê dimeşîne da di 1ê cotmehê da di kordinasyona ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da li Kars, Ankara û Ağrıyê operasyon hat kirin û karûbarên li ewlekariyê yên Şevîn Alaca, Muazzez Çagritekînciyê yên alîkarê şaredarê Karsê, Cengîz Anliyê Serokê Bajêr ê HDPyê û Ş.E.yê Alîkarê Şaredarê Dîgorê û M.Y.yê endamê Meclisa Bajêr ê Dîgorê yê berê yên hatibûn binçavkirin hatin temamkirin.
5 şikbar li Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û şandin edliyeyê.
Piştî jêpirsîna dozgeyiê Alaca, Anli, Ş.E. û M.Y. sewqî dadgehê kirin û bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin, Çagritekîncî jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qersê dimeşîne da bi Alaca, Cagritekîncî û Anli ra 21 kesên di nav wan da Endamên Meclisa Şaredariyê yên HDPyî û Endamên Meclisa Giştî ya Bajêr ên HDPyî jî hene hatibûn binçavkirin. Ji van şikbaran berê 16 kes sewqî dadgehê kiribûn û ji wan 12 kes hatibûn girtin.AA