Li Karsê berfa ewil a salê

Ozturkê esnaf got li benda zivistanê bûn û hat Karsê . Ozturk destnîşan kir ku ber destê sibê bajar çîl û sipî bû û wiha axivî: "Zivistan hat, kevok seba peydakirina qut tengasiyê dikişînin. Dema dikana xwe vedikim pêşiyê kevokan qut dikim. Em ê hetanî havînê wiha qut bidin kevokan."

Li Karsê berfa ewil a salê

Li navenda Karsê  berfa ewil a demsalê barî.

Barana ber destê sibê li bajêr barî navenda bajêr çîl û sipî kir. Li bajarê wesayît û nebat bi xemla sipî xemilîn welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.

Bi barîna berfê va li îbadetxane û avahiyên dîrokî dîmenên xweşik derketin holê. Kevokên ji ber berfê qut nedîtin jî bi genimê ku esnafan belav kirin va xwe têr kirin.

Serhat Ozturkê esnaf got li benda zivistanê bûn û hat Karsê . Ozturk destnîşan kir ku ber destê sibê bajar çîl û sipî bû û wiha axivî: "Zivistan hat, kevok seba peydakirina qut tengasiyê dikişînin. Dema dikana xwe vedikim pêşiyê kevokan qut dikim. Em ê hetanî havînê wiha qut bidin kevokan."

Çetîn Îlbeyê welatî jî got şeveqê çavên xwe li berfa sipî vekirin û wiha got: "Ji vê şûnda rewşa memleketê me ev e. Her kesî berfa li ber derê xwe û ser wesayîtên xwe paqij kir."

Sarıkamış çîl û sipî bû

Berfa li Sarıkamışê barî xemla sipî avêt ser navçeyê. Heywandarên li navçeyê li texma Rasta Xençerliyê pez û dewarên xwe çêrandin.

Mehmet Çamliyê heywandar diyar kir ku li ciyên nimiz jî berf barî û wiha pê da çû: "JI ber ku bihayê yên zêde ye em heywanan diçêrînin. Berf ji bo turîzmê rind e lêbelê em jî heywanan difikirin."

Li Taşliaxila gundê Arpeçayê jî şivan û heywandar ji ber berfê di tengasiyê da man. Heywandaran heywanên xwe ji eraziyên berf lê bariye derbas kirin û av dan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE