Li Karsê du malbatan bi kêran şer kirin

Li Susuza navçeya Qersê du malbatan bi kêran şer kirin, di şer de 5 kes birîndar bûn.

Li Karsê du malbatan bi kêran şer kirin

Li Susuza navçeya Qersê du malbatan bi kêran şer kirin, di şer de 5 kes birîndar bûn.

Li gundê Kuçuk Çatakê ya girêdayî navçeyê di navbera du malbatan de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn nîqaş derket.

Nîqaşa di navbera Halîs M. û Ramazan M, Ozer M, Eylem M. û Bîlen M. de guherî şerê. Halîs M çar kesên ku pê re ket nav nîqaşê ji cihên cur bi cur da ber kêran.

Ji malbata din kesekî ku nasnameya wî nehat diyarkirin jî Halîs M. da ber kêran.

Gundî ketin navberê ku şer rawestandin û ekîbên cendirmeyan ên ku hatin cihê bûyerê li gund tevdîrên ewlehiyê sitandin.

Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî ya Qersê û Nexweşxaneya Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Zanîngeha Kafkasê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e.

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2018, 10:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE