Li Karsê ekîb ji bo nexweş seferber bûn

Ekîba tenduristiyê hetanî biniya gund çû û lêbelê ji ber berfê asê ma. Li ser vê ekîbên paqijkirina berê ji bo nexweş derengî nekeve bi vekirina rê mijûl nebûn, betanî li kepçeyê raxistin jina nexweş lê siwar kirin û anîn ber ambulansê.

Li Karsê ekîb ji bo nexweş seferber bûn

 Li Arpaçaya navçeya Karsê li gundê ya wê ji ber berfê hatiye girtin xwîn pekiya mêjiyê jinekê, bi hewla ekîbên paqijkirina berfê û ekîbên tenduristiyê jinika nexweş gihandin nexweşxaneyê.

Îxbar hat ku li Goldaliya gundê rêya wê hatiye girtin xwîn pekiya mêjiyê Leman Koçyîgîta 50 salî, li ser vê ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û yên 112a Tenduristiya Acil derketin rê.

Ekîba tenduristiyê hetanî biniya gund çû û lêbelê ji ber berfê asê ma. Li ser vê ekîbên paqijkirina berê ji bo nexweş derengî nekeve bi vekirina rê mijûl nebûn, betanî li kepçeyê raxistin jina nexweş lê siwar kirin û anîn ber ambulansê.

Koçyîgîta anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Arpaçayê piştî midaxeleya ewil sewqî Nexweşxaneya Navenda Pêkanîn û Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE