Li Karsê ji ber baranê avahî hilweşiya, dayik û 2 kurên can dan

Li gundê Verimliya li ser navendê, piştî tavî û teyrokê, sibehê zû qismekî mala Osman Budak hilweşiya.

Li Karsê ji ber baranê avahî hilweşiya, dayik û 2 kurên can dan

Li Qersê piştî tavî û baranê, dayik û 2 kurên wê di bin qismê avahiya tepbûyî da man mirin.

Li gundê Verimliya li ser navendê, piştî tavî û teyrokê, sibehê zû qismekî mala Osman Budak hilweşiya.

Sîbel Budaka 12 salî ya ku bi birîndarî ji bin kavil derket, xeber da şêniyên gund.

Gundî bi hawara malê çûn û xebat dan destpêkirin ku dayik Songul Budak (36) û kurên wê Bedirhan (10) û Boran (8) xilas bikin.

Her wisa ekîbên AFAD, UMKE û 112 Servîsa Bilez jî bo herêmê hatin sewqkirin.

Di xebata ekîban da hat tesbîtkirin, dê û herdu kurên wê di bin kavil da man, jiyana xwe ji dest dan.

Sîbel Budaka ku bi birîndarî ji bin kavil derket jî bi destê ekîbên tenduristiyê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE