Li Arpaçaya navçeya Karsê nêzîkî Gola Kuyucukê kulîlkên binefşî balê dikşînin.
Li Karsê biharê û havînê xweza xweştir dibe, bi reng û rûyekî din va rind xuya dike.
Navçeya Arpaçayê jî ji hêla nebat û kulîlkan va dewlemend e.
Kulîlkên rengê wan binefşî yên li nêzîkî Gola Kuyucukê vekirine bala welatiyan dikşînin.
Malbatên ku bi zarokên xwe va tên li taxa di navbera Arpaçay û Akyakayê ya bi van kulîlkan va xemilî ye dema xwe xweş derbas dikin û wêneyan dikşînin.AA