Li Karsê di çarçoveya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de 3 gund xistin karantînayê.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku bi mebesta rêgirîkirina li belavbûna nexweşiyê, dabînkirina îzolasyona civakî û bi vê parastina tendirustiya welatiyan, li gundê Kocakoya girêdayî Digorê û li gundên Denizgolu û Karakuşa girêdayî Kaxizmanê, karantîna hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê de ketin û derketinên gund hatine sekinandin.AA