Li Karsê li du gundên ku lehî lê rabû xebatên alîkariyê didomin

Roja şemiyê piştî barana gumrah lehî rabûbû û li gundên Aynali û Ortalarê ziyaneke mezin çêbûbû. Li herdu gundên navborî xebatên paqijkirina heriya ji lehiyê mayî didomin.

Li Karsê li du gundên ku lehî lê rabû xebatên alîkariyê didomin

Li Susuza navçeya Karsê  li du gundên ku lê lehî rabû, xebatên tesbîtkirina xesarê û yên paqijiyê didomin.

Roja şemiyê piştî barana gumrah lehî rabûbû û li gundên Aynali û Ortalarê ziyaneke mezin çêbûbû. Li herdu gundên navborî xebatên paqijkirina heriya ji lehiyê mayî didomin.

Digel ekîbên Karûbarên Avê yên Dewletê, Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û şaredariyê, her wisa tîmên JAKê û komandoyên girêdayî Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê jî li herêmê beşdariya xebatên paqijiyê dikin.

Bi telîmata Waliyê, gundparêz jî alîkariyê didin xebatan.

Esker alîkariya şêniyên gund dikin, heriya di malan da bi bêran diavêjin û alavên ku zirar gihîştiyê jî derdixin derva.

Ji aliyekî din va xebatên tesbîtkirina xesarê jî berdewam in.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE