Li Qersê di çarçoveya çalakiyên "Hefteya Mitbaxa Tirkan" da xwarinên herêmî hatin nasandin.
Di çarçoveya "Hefteya Mitbaxa Tirkan" a ku bi pêşîkêşiya Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tê pîrozkirin da Midûriya Çand û Turîzmê çalakî li dar xist.
Xwarinên herêmî yên ku nûnerên xwarin û vexwarinê yên li Qersê û hawirdora wê fealiyet dikin amade kiribûn li Bedestena li jêra Kelha Qersê hatin pêşkêşkirin.
Alîkarê Walî û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Mehmet Zahîd Dogu, Alîkarê Walî Tahîr Yilmaz, Serdozgerê Komarê yê Qersê Soner Aygun, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Yavuz Sagdiç, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Albay Hidir Ayçîçek, Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Hayrettîn Çetîn û Serokbajarê AK Partiyê yê Qersê Adem Çalikn der barê xwarinan da agahî hildan.
Welatiyan gelekî eleqe nîşanî çalakiyê dan û Çetînê Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr belgeya spasî û beşdariyê da nûnerên sektoran.
Çetîn di daxuyaniya xwe da got ku li Qersê kêm zêde 200 cure xwarin hene.
AA