Li Karsê zarokên cara ewil taxima xweşiqitandinê dîtin pir şa bûn

Xwendekarên berê bi xizang û bîdonan xwe dişiqitandin vê carê bi amûrên profesyonel va li girên biberf xwe şiqitandin.

Li Karsê zarokên cara ewil taxima xweşiqitandinê dîtin pir şa bûn

 Li Karsê xwendekarên di pêşîkêşiya mamosteyên xwe da cara ewil taxima xweşiqitandinê nas kirin li girên biberf têra dilê xwe xwe şiqitandin.

Zarokên li gundê Qereqeleyê dijîn bi pêşîkêşiya Musayîp Aslanbenzerê mamosteyê xwe va taxima xweşiqitandinê nas kirin.

Xwendekarên berê bi xizang û bîdonan xwe dişiqitandin vê carê bi amûrên profesyonel va li girên biberf xwe şiqitandin.

Aslanbenzerê mamoste daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di zaroktiya xwe da bi îmkanên xwe ji xwe ra xizang çêdikirin û pê xwe dişiqitandin.

Aslanbezer destnîşan kir ku ji bo zarokên gund bi amûrên profesyonel xwe bişiqitînin hewl dide û wiha pê da çû: "Li lîseya fenê taximên xweşiqitandinê hebûn, min ji wan rica kir û taxim anîn gund. Ev çend roj e em li gund zarokan diceribînin û hînî taximan dikin. Hin zarok gelekî hîn bûn. Hinekên wan jî dixebitin ku hîn bibin. Herêma me bilind e û ji bo xweşiqitandinê misaît e. Heke em piştgiriyê bidin zarokan bawer dikim ku ew ê bibin werzişvanên serkeftî."

Zarokên cara ewil taxima xweşiqitandinê nas kirin jî ji mamosteyê xwe ra sipas kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE