Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) ragihand, li Kastamonuyê 9 welatiyên ku di ro da çûn mirin, li Bartinê jî xebata lêgerînê ya welatiyekî ku winda bû jî dewam dike.
AFADê daxuyanî da û diyar kir ku duh li herêma Rojavayê Behra Reş piştî barana gur li Bartin, Kastamonu û Sînopê lehî rabû.
Li herêmê di xebatan da AFAD, Sererkanî, Fermandariya Ewlehiya Qeraxan, Cendirme, 112, UMKE, Midûriya Giştî ya Rêbejan, DSÎ, Îdareya Taybet a Bajêr, ÎHH û personel û wesayîtên YEDAŞê wezîfeyê dikin.
Li Kastamonuyê 4 kesên ku di ro da çûn, mirin. Li Akorensokulera gundê Ulusa navçeya Bartinê jî kesek winda bû û AFAD, Îtfaiye, UMKE û Cendirme lê digerin.AA