Li Kayseriyê qeza: 30 birîndar

Gelek ambulans, polês û cendirme çûn cihê qezayê, 30 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Li Kayseriyê qeza: 30 birîndar

Li Kayseriyê otobêseke turê welgeriya şerampolê 30 kes birîndar bûn.

Otobêsa ku plaqeya wê 33 EKC 39 e li navçeya Sarioglanê li Taxa Ilicayê welgeriya şerampolê.

Gelek ambulans, polês û cendirme çûn cihê qezayê, 30 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Ji rêwiyan Rifki Can ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew ji gera xwe ya Behra Spî ber bi Mersînê va diçûn.

Can got şofêr ewil li lewheyên li ser rê qelibî û wiha dewam kir: "Paşê dema hewl da ku xelas bibe otobês li ser kêlekê welgeriya. Îhtimaleke mezin ji ber ku şofêr raza qeza çêbû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE