Li kelheya Şanlıurfayê xebatên arkeolojîk

Tê texmînkirin ji herêmê berhemên neolîtîk bên derxistin

Li kelheya Şanlıurfayê xebatên arkeolojîk

Di çarçoveya parastina berhemên dîrokî de, beriya 3 mehan li qeleya Şanlıurfayê xebatên arkeolojîk hatibûn destpêkirin. Dîroknas û arkelog li bendê ne ku ji heyama neolîtîk berheman bibînin.

Bajarê qedîm Şanlıurfa, ji gelek şaristanî û medeniyatan re mazûvanî kiriye.

Berhemenên ku beriya 10 hezar salan hatine çêkirin, îro yek bi yek dertên ser rûyê erdê.

Ewil ji bo Xirabreşkê hat gotin ku destpêka dîrokê ye, paşê Qerexantepe û mozaîkên jinên amazon hatin dîtin.

Xebatên kolanê niha li kelheya Şanlıurfayê tên kirin.

Akademîsyen, dîroknas û pisporên arkelojiyê bênavber xebatên xwe didomînin.

Seroka projeyê Prof. Dr. Gülriz Kozbeyê jî got ku em ê ji vê herêmê berhemên heyama neolîtîk derxin.

Gülriz got:Divê rêvebirên heyamê li vê kelhê bimana. Em xebatên xwe dikin. Cihên gorên rêvebiran me îsal kolan. Ji bo em bigihêjin heyama xirabreşkan em ê xebatên xwe bidomînin. Dibe ku çend sezonên din em bibînin.

Parlamenterê Şanlıurfayê Mehmet Ali Cevherî û rayedarên bajêr jî li herêmê bûn.

Cevherî got ji bo dîroka bajarê me çi hewce bike, em ê bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE