Li Kemaha navçeya Erzincanê bi lerza 4,3yê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) hat dayîn, li Kemahê di saet 08.51ê da bi lerza 4,3yê erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 7,01 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Waliyê Erzincanê Mehmet Makas daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî erdhejê ekîban li herêmê dest bi lêkolînê kir.
Makas diyar kir ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye û wiha dewam kir, "Erdhej piçekî hatiye hîskirin, vê gavê rewşeke neyînî tuneye. Kontrola me ya li qadê dewam dike."AA