Şaredariya Kerboranê, bi destega dikayê parkeke mezin çêdike. Bi xêra vê parkê gelê bajêr wê karibe zar û zêçên xwe bibe û lı wir bêhna xwe vede.
Xebatên Şaredariya Kerborana Mêrdînê dewam dikin.
Şaredarî, vêcarê jî bi piştgiriya DİKA’yê, li navenda bajêr parkeke mezin çêdike.
Di nav parkê de dê cihê lîstina zarokan, qada temaşekirina fîlman, holik, kafeterya û kompleksa sporê jî hebe.
Xelkê Kerboranê ji van xizmetan gelek razî ye.