Li Kerkûkê di êrîşa DEAŞê da 2 kes hatin kuştin

Berdevkê Çapemeniyê yê Midûriyeta Polêsê Kerkûkê Amîr Nûrî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, mensûbên rêxistina terorê DEAŞê êrîşî xaleke çavdêriyê ya artêşa Iraqê ya li nêzîkî navçeya Dibisê kirin.

Li Kerkûkê di êrîşa DEAŞê da 2 kes hatin kuştin

Hat ragihandin, li Iraqê li nêzîkî navçeya Dibisê ya Kerkûkê di êrîşa biçek a rêxistina terorê DEAŞê ya dijî artêşa Iraqê da 2 eskerên Iraqê hatin kuştin.

Berdevkê Çapemeniyê yê Midûriyeta Polêsê Kerkûkê Amîr Nûrî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, mensûbên rêxistina terorê DEAŞê êrîşî xaleke çavdêriyê ya artêşa Iraqê ya li nêzîkî navçeya Dibisê kirin.

Nûrî destnîşan kir, di êrîşa li nêzîkî gundê Tuwelayê yê navçeya Dibisê da 2 esker hatin kuştin û her wiha piştî êrîşê li herêmê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.

DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismeke Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, herêm di nav salan da hatibûn xilaskirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê serfirazî bi dest xistin.

DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin, bajar û bajarok paşda hatin sitandin, ser vê ra 3 sal derbas bû lêbelê DEAŞ hê li deverên çiyayî yên parêzgehên navborî êrîşên xwe didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE