Di encama êrîşeke DEAŞa rêxistina terorê de li nêzîkî Daqûqa navçeya Kerkûkê 4 esker birîndar bûn.
Berdevkê Çapemeniyê yê Rêveberiya Polîsên Kerkûkê Amşr Nûrî di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku terorîstên DEAŞê li dijî xaleke asayişê ya li derdora gundê Elî Seraya girêdayî Daqûqa navçeya Kerkûkê êrîşek li dar xistin.
Nûrî ragihand ku di êrîşe de 4 esker birîndar bûne û êrîşkar jî reviyane.
Berdevk Nûrî herwiha destnîşan kir ku ji bo girtina êrîşkaran operasyon hatiye destpê kirin.
AA