Li Iraqê parêzgehên li başûr û rojava di serî da ji ber xwelî û tozbarîna ku ev 3 roj e dewam dike, li Kerkûkê bû sedema qetîna hin xetên ceyranê ku di encamê da jî ceyrana hin semtan çû.
Di daxuyaniya nivîskî ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Kerkûkê da hat destnîşankirin, li başûrê Kerkûkê ji ber qetîna hin xetên ceyranê, ceyrana 5 semtên bajêr qut bû.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ceyran bi qasî 5 saetan çû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku şîrketê ekîba teknîkî şand herêmê ku xetên qutbûyî temîr bikin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin ku heger tozbarîn dewam bike, dibe ku heman rewş dubare bibe û lewma jî tedbîrên pêwîst hatin sitandin.AA