Li Kerkûkê li ser hev bombe teqîn

Di 7 êrîşan de herî kêm 3 kes mirin, 26 kes jî birîndar bûn...

Li Kerkûkê li ser hev bombe teqîn

Li Kerkûka Iraqê li ser hev 7 êrîş çêbûn. Di êrîşên bombeyî de 2 ji wan jin 3 kes mirin, 26 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku deaş bi dizî ketiye nav bajêr û ev êrîş kirine. Tirkiyê êrîş şermezar kir.

Li pey hev bombe teqîn

Bajar ji nişka ve bû qada şer…

Êrîşên li Kerkûka Iraqê êvarê rû dan.

Li kolana Qudsê, riya Bexdayê û li navenda bajêr li pey hev 7 êrîş hatin kirin.

2 bombe jî hatin bêtêsîrkirin.

Piştî êrîşê hêzên ewlehiyê û xebatkarên tenduristiyê sewqî cihên bûyeran bûn…

Deverên ku bombe lê teqiyan di derbekê de tevlîhev bûn.

Çend seatan bi şûn de bîlançoya teqînê jî zelal bû. Cepheya Tirkmenan diyar kir ku di êrîşan de 2 ji wan jin, 3 kes mirin, 26 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Kerkûkê ya Komarê.

Diyar bû ku rêxistina terorî DEAŞ bi dizî ketiye nav bajêr û ew êrîş kirine.

Tîmên micadeleya li dijî terorê yên Iraqê piştî teqînan li bajêr, bi berfirehî tevdîrên ewlehiyê girtin.

Tirkiyê jî bertek nîşanî êrîşkaran da.

Wezareta Karên Derve daxuyanî da û êrîşkar bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bawer in, êrîşên bi vî awayî yên bi xayînî, îradeya gelê Kerkûkê ku bi aştî û bi aramî dijîn wê têk nebe.

Dîroka nûkirinê: 01 Hezîran 2019, 15:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE