Li Kîevê guleya topê li apartmana 9 qatî ket 2 sivîl hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya Servîsa Rewşên Bilez a ji hesabê wê yê Telegramê, bi dema herêmê di saet 05.09an da di êrîşa yekîneyên Ûris da li semtê Obolonskiyê yê paytext Kîevê guleya topê li apartmanekê ket.

Li Kîevê guleya topê li apartmana 9 qatî ket 2 sivîl hatin kuştin

Servîsa Rewşên Bilez a Ukraynayê ragihand, di êrîşa yekîneyên Ûris da li paytext Kîevê guleya topê li apartmana 9 qatî ket û di encamê da 2 sivîl hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Servîsa Rewşên Bilez a ji hesabê wê yê Telegramê, bi dema herêmê di saet 05.09an da di êrîşa yekîneyên Ûris da li semtê Obolonskiyê yê paytext Kîevê guleya topê li apartmanekê ket.

Ji ber êrîşê di apartmana 9 qatî da şewat derket.

Ekîbên xilaskirinê 63 kesên di apartmanê da texliye kirin, cesedên 2 kesan derxistin.

Yekîneyên Ûris di heman demê da êrîşî fabrîqeya Antonovê ya li Kîevê jî kirin.

Ji aliyekî din va hat ragihandin, li djiî bajarê Ahtîrkayê yê eyaleta Sûmiyê jî bi şev êrîşa asîmanî hat kirin.

Waliyê Ahtîrkayê Pavel Kuzmenko di dîmena ku li ser Facebookê parve kir da wiha got, "Bi şev herêma malên mistaqil ji asîman hatin bombebarankirin. Em hîn bûn, aniha herî kêm 3 welatiyên me hatin kuştin. Li paş min hê jî mal dişewitin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE