Li keviya Bendava Ataturkê cesedê jinekê hat dîtin

Li keviya Bendava Ataturkê cesedê jinekê hat dîtin

 Li Semsûrê li keviya Bendava Ataturkê cesedê jinekê hat dîtin.

Li keviya bendavê ya beşa ku di nava sînorê navçeya Kahtayê de dimîne welatiyan cesedê jinekê dîtin û xeber dan ekîbên ewlehiyê û yên tenduristiyê.

Ekîbên Servîsa Acil a 112ê yên ku hatin cihê bûyerê tesbîtkirin ku wê jina navborî canê xwe ji dest daye.

Jina ku nasname li ser derneket û tê nirxandin emrê wê derdora 35 salî ye, cesedê wê rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê.

Cendirmeyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE